Beşeke zarokên jinên Kurd ên Êzidî ji aliyê civakê ve nayê qebûlkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Ew jinên Kurdên Êzidî yên ji destê DAIŞê tên rizgarkirin, bo wan rê nayê dayîn ku zarokên xwe li gel xwe vegerînin û bo vê yekê jî neçar dibin wan li şûna din bihêlin.
Um Besam, jineke Kurda Êzidî ye û wek piraniya rizgarbûyiyên ji destê DAIŞê xwediyê çîrokeke trajediyê ye. Piştî 4 salan di destê DAIŞê de ma, Um Besam di meha Tebaxa îsal de dikarîbû vegere nav xizmên xwe yên li Herêma Kurdistanê lê bêyî zarokê xwe ku bavê wî çekdarekî DAIŞê bû.
Jina rizgarbûyî dibêje, beriya hatinê min ji endamên malbata xwe pirsyar kir: Gelo dikarim Besam li gel xwe bînim lê wan bersiva “na” da min.
Um Besam, rizgarbûya ji destê DAIŞê behsa wê demjimêrê dike ku malbata wê peywendî li gel wê danî û dibêje: “Şev min telefonê wan kir, ez li gel wan axivîm û min ji wan re got rewşa min a tenduristiyê baş e, zarokekî min heye û min ji wan pirs kir, gelo rê didin min ez wî li xwe bînim? Wan gotin, na, em rê nadin li gel te were. Ti keçeke Êzidî beriya niha ev tişt nekiriye, rê nayê dayîn zarokekî DAIŞî li gel me bijî.”
Bo vê yekê Um Besam neçar ma ku kurê xwe yê 9 mehî li Mala Zarokên Bêxwedî ya li Rojavayê Kurdistanê bihêle. Jina Kurda Êzidî ji wê yekê dilniya dike ku ew bi başî çavdêriya zarokê wê bikin lê ti caran Besamê xwe nebîne.
Maleke taybet bo zarokên bêxwedî li bajaroka Rimêlan e û rêveberê wê malê jî dibêje, di dema operasyona kontrolkirina Reqayê de bi piraniya jin û zarokan wergirtine û piraniya wan jî Kurdên Êzidî ne.
Ew tişta ku di nav çend salên derbasbûyî de bi ser jinên Kurdên Êzidî de hat, gelek dijwar bû. Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemû awayî hewl da bo vegerandina Kurdên Êzidî yên di bin destê DAIŞê de. Çalakvanên Kurdên Êzidî jî dibêje, girîng e alîkarî bo jinên rizgarbûyî were kirin, daku dest bi jiyaneke nû kir lê zehmet e zarokên çekdarên DAIŞê di nav civakê de cih bibînin.
Çalakvanê Kurdê Êzidî Xidir Domilê dibêje: “Zehmet e bo jineke Êzidî ya rizgarbûyî zarokê wê were vegerîn. Ji ber ku bavên wan zarokan beşdarî kuştina civakê bûne. Ez bi xwe kesên rizgarbûyî dinasim ku ew wek koleyên malbata DAIŞê bûn û ew malbat jî beşdarî kuştina civakê bûne, ku li Herdan, Koço, Giruzêr û Sîpa Şêx Xidir rûdane.”
DAIŞê di 3yê Tebaxa 2014a de êrîşê ser Şingal û derûbera wê kiribû û komelkujî pêk anîbû û bi hezaran Kurdên Êzidî jî revandibûn. Di Mijdara 2015a de Şingal ji aliye hêzên pêşmerge ve hat kontrolkirin û rizgarkirina jeç û jinên revandî yên Kurdên Êzidî jî heta niha berdewam dike.