Gultan Kişanak, Firat Anli û Ayla Akat hatin girtin

Navenda Nûçeyan – Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Gultan Kişanak û Firat Anli û herwiha Parlamentera Berê ya HDPê ya Êlihê (Batmanê) Ayla Akat Ata hatin girtin.

 

Îşev yekşemî 30ê Cotmeha 2016, dadgeha Tirkiyê derbarê her du hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê,Gultan Kişanak û Firat Anli de biryara girtinê da û îşev her du hevserokê Şadaredariya Amedê hat girtin.


Di destpêkê de, biryara girtina Firat Anli derket û dadgehê lêkolîna bi Gultan Kişanak re berdewam kir, ku di saetên dawiyên şevê de biryara girtina wê de jî derket û ew jî hat girtin.


Herwiha îşev Parlamentera Berê ya HDPê ya Êlihê Ayla Akat jî bi biryara dadgeha Tirkiyê hat girtin.

 

Parlamnetera Colemêrgê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan li ser hesaba xwe ya fermî di tora civakî ya Twitterê de ragihand, ku parlamenetera berê ya HDPê ya Êlihê Ayla Akat îro yekşemî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve hatiye girtin.


Buldan ragihand: "Ez bi tundî û nefret ve girtina Ayla Akat Ata şermezar dikim."