Li Meletiyê qeza: 8 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê di qezayekê de 8 kes birîndar bûn ku 5 ji wan cendirme ne.

Şeva borî otomobîla cendirmeyan û otomobîleke din li ser rêya Meletî û Sêwazê li hev xist.

Di qezayê de 5 cendirme û 3 kesên din birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên li Meletiyê.

Parêzgarê Meletiyê Seddar Yavuz bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku tedawiya birîndaran berdewam dike.