Sêwaz - Otomobîl û otobusa rêwiyan li hev qelibîn: 5 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê otomobîl û otobusa rêwiyan li hev qelibîn, 5 kes birîndar bûn.

Lê ser rêya Sêwaz û Qeyseriyê otomobîla ku S.T. diajot li otobusa ku M.T. diajot qelibî.

Li ser agahdarkirinê polîs, tîmên tenduristiyê û tîmên parastina sivîlan çûn cihê bûyerê.

Di qezayê de kesên bi navê S.T. (29) , Z.T. (51), A.D. (22), M.D. (48) ve A.T.Ç. (7) yên di otomobîlê de birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên bajêr.