Qirêjiya asîmanê Hewlêrê: ‘Asta qirêjiyê 3 qatan di ser standardên WHOyê re ye’

Hewlêr (Rûdaw) – Ewrên reş asîmanê 4 parêzgehên Herêma Kurdistanê pêça ye û xelk hewaya pîs a pir bi madeyên kîmyewî hildimije.

Dûmana kargeh, otomobîl, parzûngeh û jeneratoran diçin asîman û di dema hilmijandina oksîjenê de ew jî dikevin nava pişikên welatiyan.

Dûmana li ser asîmanê Hewlêrê êdî bûye tiştekî asayî û bandora wê ya li ser xelkê roj bi roj tê dîtin.

Piştiwan Mihemed şêniyê taxa Mamzawayê ya Hewlêrê ye.

“Ji hewaya pîs xelk û jîngeh bêza dibe”

Piştiwan li ser pîsbûna hewayê wiha got:

“Êvaran, bêhneke nexweş ji kargehên şûşeyan tê, ti pêwendiya wê bi me re nîne.

Dema bêhn tê em gelekî bêzar dibin, xelkê bêzar dibe jîngeh bêzar dibe.

Hin êvaran em derdikevin em dixwazin bibînin bê ka gaz û dûman heye.

Hûn dikarin li ser taxê dûman û gazê bibînin.”

“Tu nikarî hilmê bidî û bistînî”

Niştecihekî din ê Mamzawayê yê bi navê Mihemed Elî jî li ser pîsbûna asîmanê Hewlêrê wiha got:

“Bêhna wê pir û pir xerab e, mîna bêhna kîmyewî ye, pişîkên mirov têk dide û tu nikarî hilmê bidî û bistînî.

 Ez cara duyem û sêyem dibêjim, ji ber kuxîna cîranê xwe ez ji xew şiyar dibim.”

Tîma Rûdawê li ser sedemên qirêjiya jîngehê bi xelkê re axivî.

“Wekî pêwîst dar nînin”

Dîdar Ebdulsitar bazirgan e û ew jî li ser pîsbûna jîngehê wiha dibêje:

“Jîngeh baş nîne, ji ber kompanya, otomobîl, jeneratoran jîngeh têk çûye. Gelek tiştan jîngeh têk daye.

Jîngeha gundan ji ya bajaran cuda ye, li gund hewa paqij e, gelek dar hene û ew jî jîngehê diparêzin.

Li Hewlêrê wekî pêwîst dar nînin.”

“Xelk bêzar dibe û nexweş dikeve”

Mihehemed Celîl jî şofêrî taksiyiyê ye û ew jî li ser pîsbûna taksiyan wiha dibêje:

“Jenerator, klîma, kargeh jîngehê pîs dikin niha ew jeneratorên li ser cadeyan jîngehê pîs dikin.

Xelk bêzar dibe û hewa pîs dibe û dibe sedema nexweşiyan.”

Şofêrerkî din ê bi navê Sîrwan Nezim jî amaje bi wê yekê kir ku parzûngehên Kelekê dûmaneke pir zêde derdixin û taxên Kelekê hemû wê dûmana pîs hildimije.

Pisporê jîngehê Bextiyar Ebdullah bi 3 amûrên pîvandina pîsbûna hewayê di du demên cuda de li 6 cihên cuda hewaya Hewlêrê li ber kamerayên Rûdawê girt.

“Hewaya bajêr pîs e”

Bextiyar Ebdullah li ser amarên pîsbûna hewaya Hewlêrê wiha got:

"Madeya ku kîmyewî yên ku li hewayê ne, divê ji sedî 50î zêdetir nebin lê ew di ser 70yî re ne.

Rêjeya karbondîoksîtê jî divê ji 360 ppmê ne zêdetir be lê belê niha li vir ew 613 ye û divê hîdrokarbon tune be.

Ev jî nîşan dide ku hewaya bajêr paqîj nîne û pîs e.”

Zêdebûna pîşesaziyê, zêdetirî milyonek otombîl û hezar û 162 jeneratorên taybet bûne sedem ku rêjeya gazên serayê di atmosfera Hewlêrê zêde bibin.

Li gorî amaran, rêjeya hewaya pîs a Hewlêrê ji 3 qatan ji amara standart a Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) zêdetir e.