QERS - Hevjîna xwe kuşt: Zarokekî 7 mehî li dû xwe hişt!

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cilawûzê ya parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê kesekî hevjîna xwe kuşt.

Li gorî zanyariyan li gundê Çataxa Mezina navçeya Cilawûzê di navbera D.M.yê 30 salî û hevjîna wî Sila M.ya 18 salî de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Di encama nîqaşê de D.M. bi çekê gule li hevjîna xwe Sila M.yê reşandin.

Sila M. li cihê bûyerê mir.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîman termê Sila M.yê ji bo karên otopsiyê bir Nexweşxaneya Dewletê ya Harakaniyê ya li navenda Qersê.

Kujer D.M. ji aliyê cendirmeyan ve li cihê bûyerê hat desteserkirin.

Hat zanîn ku zarokekî D.M. û Sila M.yê yê 7 mehî heye.