Li Erdexanê berf bariya

Hewlêr (Rûdaw) - Li Erdexanê berfa ewil a demsalê li Çiyayê Qisirê bariya.

Li Erdexanê baran û teyroka ku naveroj li bajêr hat, berêvarê li cihên bilind cihê xwe ji berfê re hişt.

Berfa ewil a salê li Çiyayê Qisirê yê 3 hezar û 197 metre bilind e bariya.

Berfê li tesîr li Gundê Golebakana navçeya Zûrzanê kir.

Baraneke xurt li navenda bajêr jî dem bi dem dibare.