Kurdî di Wîkîferhengê de bû heştemîn zimanê herî dewlemend ê cîhanê

Hewlêr (Rûdaw) - Kurdî di Wîkîferhengê Farisî, Tirkî û Erebî derbast kir û bû heştemîn zimanê herî dewlemend ê cîhanê.

Li gorî daneyên Wîkîferhengê (Wiktionary) ya beşa ferhengê ya Wikipedia Îngilîziyê Kurdî bi 918 hezar û 123 peyvan di nav 168 zimanan de di rêza heştemîn a cîhanê de cih digire.

Kesê ku bi Kurdî diaxive dikare peyvan li malpera ku xizmeta belaş dide, zêde bike.

Lê belê peyvên ku li malperê tên zêdekirin piştî ku ji aliyê heft çavdêran ve tên vekolandin li ser rûpela fermî ya malperê tên parvekirin.

Kurdî, piştî Îngilîzî, Fransî, Malagasî, Çînî, Rûsî, Yunanî û Almanî di rêza heştemîn de cih digre û her roj peyvên nû lê tên zêdekirin.

Di Wîkîferhengê de 67 hezar û 624 peyvên Erebî, 104 hezar û 581 peyvên Farisî û 359 hezar û 195 peyvên Tirkî hene.

Bi lêzêdekirina tenê peyvên ji zaravayên Kurmancî û Soranî (Kurmanciya Jêr), Kurdî di rêza heştan de cih digire.

Lê belê peyvên zaravayên Goranî, Kirmanckî (Zazakî/Dimilî) û Lorî yên Kurdî cih nagirin.

Li gorî rûpela Wikipedia Îngilîziyê, Kurdî tevî hemû zaravayên xwe, bi 1,2 milyon peyv û biwêjan piştî Fînî û Koreyî di rêza sêyem a cîhanê de ye.

Serokê Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê Mihemed Karwanî li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.

Mihemed diyar kir ku zimanê Kurdî ji malbata zimanên Hind-Ewropî ye û got, "Li cîhanê zêdetirî 70 milyon Kurd dijîn."