Kurdên Efrînê tên neçarkirin nîvê berhemên xwe yên zeytûnan bidin grûpên çekdar
Hewlêr (Rûdaw) - Li tevahiya herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê baca zorane li ser cotyarên Kurd disepînin. Li bajarokê Şiyê li Efrînê, grûpa Siltan Silêman Şah ku weke Emşat tê naskirin 5% ji zeytûnên şîn û 5% ji zeytê wekî bac ji cotyarên Kurd distîne. Li ser her darzeytûnekê jî 5 dolar wekî bac li ser welatiyên ku li derveyê Sûriyê ne hatiye ferzkirin. Çalakvanê Efrînî Mistefa Şêxo got “Di dema berhevkirina mûsimê de li miletê tê ferzkirin ku nîvê mûsimên xwe bidin komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê.”
Werzê çinîna zeytûnan û guvaştina wan li herşma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê destpê kiriye. Li gel destpêkirina çinîna zeytûnan, grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê, dest bi sepandina baca talanker a zorane kirine.
Mistefa Şêxo, çalakvanê Efrînî ji bajarokê Şiyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku fermandarên grûpa Siltan Silêman Şah ku bi Emşat tên naskirin li Şiyê ligel xwedanê guvaştekên zeytûnan û muxtarên nahiyeyê civiyane û çend biryar li ser wan sepandine
Li gorî wê biryarê:
5% ji zeytûnên şîn ji Emşat re dibe
5% ji zeytê ji xwedanên guvaştekên zeytûnan re dibe
5% ji zeytê ji grûpa Emşat re dibe
5 Dolar li ser her darzeytûnekê ji welatiyên ku li derveyê Sûriyê ne tên standin û ji Emşat re tên komkirin
Baca zorane ku li ser cotyarên herêma Efrînê tê sepandin ne tenê li nahiyeya Şiyê ye lê li tevahiya herêmê ye. Ehmed Şêxo ku xelkê gundê Şêxûrzê yê nahiya Bilbilê ye, zanyarî di vê derbarê de dane Rûdawê.
Çalakvanê Efrînî Ehmed Şêxo dibêje “Piştî derbasbûna 4 salên di ser dagirkirina Efrînê de, heta roja îro miletê me ne xwediyê mal û milkê xwe û ne jî xwediyê darên zeytûn mûsimên xwe ne. Li gorî agahiyên di destê me de, li navçeya Bilbilê li gundê Şêxurzê li ser her darekê 4 hezar lîreyê Sûrî tê ferzkirin. Her wisa di dema berhevkirina mûsimê de li miletê tê ferzkirin ku nîvê mûsimên xwe bidin komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê. Agahiyên din jî hene di nav destên me de. Ti kes nikare xwedî li milkên bira, xwişk û kurê xwe xwedî derkeve. Em hêvîdarin ev zilm di zûtirîn dem de were bidawîkirin.”
Werzê çinîna zeytûnan li Efrînê caran si serê meha Mijdarê de destpê dikir. Lê ji dema ku herêm ji aliyê Tirkiyê û çekdarên opozisyona sûriyê ve hatiye dagîrkirin, ji tirsa dizî û talankirin grûpên çekdar û hawirdeyan, cotyarên Efrînê ji dawiya meha Îlonê û destpêka cotmehê ve bi şêweyekî pêşwexte dest bi çinîna zeytûnên xwe dikin.