Malbateke ji Kobanî ji bo zarokên xwe yên nexweş alîkariyê dixwazin

Hewlêr (Rûdaw) – Malbateke Kurd a ji bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê 2 zarokên wan ên nexweş hene ku ji yekî re neştergerî pêwîst e lê ji ber hejariyê nikarin pereyê neştergeriyê bidin, lewra bi rêya Rûdawê daxwaza alîkariyê dikin.

Malbata Mehmûd Heso li Kobanî dijî, 5 zarokên wan hane ku 2 ji  wan nexweş in.

Yek ji wan zarokên nexweş felç û li erdê ye û bi gotina malbatê pêwîstiya wê bi neştergeriyê heye û pizîşkan li Şam a paytexta Sûriyê ji bo meha 11an neştergerî jê re diyar kirine, lê ew nikarin pereyê neştergeriyê bidin.

Zarokeke din a malbatê jî neşxweşiya tengenefesê pê re heye û pêwîstiya wê jî bi derman û çareseriyê heye, lê ji ber rewşa xirab a aborî, malbatê nekariye wê derman bike.

Mehmûd bi xwe jî nedibihîze û ne jî diaxive, karker e, lê demeke dirêj e nexweşe û nikare kar bike, hevjîna wî bi rêya Rûdawê daxwazê ji rêxistinên mirovî û kesên xêrxwaz dike alîkariya wan bikin, ji bo ku niştergeriyê ji bo keça xwe ya nexweş bikin.