Di navbera Kirmaşan û Necefê de geştên esmanî dest pê dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Di çend rojên bê de, geştên esmanî di navbera bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê û bajarê Necefê yê Iraqê de dest pê dike.

Cîgirê Paêrzgarê Kirmaşanê yê bo karûbarên avedankirinê, Mêhrdad Salarî ragihand, ku ew hewl didin jêrxana veguhestinê ya li balafirxaneya Kirmaşanê xurttir bikin û di demên bê de jî geştên esmanî di navbera Kirmaşan û bajarê Necefê yê Iraqê de dest pê bikin.

Mêhrdad Salarî herwiha da xuyakirin, ku heftane 120 geştên esmanî li balafirxaneya Kirmaşanê têne encamdan, lê niha destûr hatiye dayîn ku ji bo bajarê Necefê yê Iraqê jî geştên esmanî bêne encamdan û tekez kir, ew niha mijûlî amadekariyên destpêkirina geştên Necefê ne.

Cîgirê parêzgarê Kirmaşanê yê ji bo karûbarên avedankirinê diyar kir, balafirxaneya Kirmaşanê xwedanê potansiyelekî baş e û ew dikarin, di rêya wê balafirxaneyê re hejmarke zêdetir a geştyaran veguhêzin bajarê Necefê yê Iraqê yan ji Iraqê veguhêzin Îranê.

Wî rayedarê Parêzgariya Kirmaşanê herwiha amaje bi geştên bi trenê yên li Kirmaşanê jî kir û da zanîn, ji bo veguhastina ziyaretkarên Şîe 130 geştên bi trenê, bi taybet di navbera Tehran-Kirmaşan û Meşhed-Kirmaşanê de hatiye plankirin, ku her roj 10 geşt dê bêne encamdan û rojane 6,000 kes bi wan geştan bêne veguhastin.

Kirmaşan yek ji parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê ye û navenda vê bajarê Kirmaşanê ye. Li gor serjimêriya herî dawî ya saziya amarê ya Îranê, hejmara nîştecihên navenda bajarê Kirmaşanê 964 hezar û 651 kes e.

Herwiha Kirmaşan mezintirîn bajarê Rojhilatê Kurdistanê û yek ji 10 bajarên metropol li Îranê ye, ku di pilebendiyê de nehemîn bajarê Îranê ye.

Piraniya nîştecihên wê bi zaraveya Kurdiya Kelhurî diaxivin. Li wê parêzgehê hejmarek ji nîştecihan jî bi zaraveyên din ên zimanê Kurdî, weke Hewramî, Soranî û Feylî diaxivin.

Piraniya xelkê parêzgeha Kirmaşanê, li ser mezhebê Şîe ne, lê li parêzgehê xelkê Sunnî mezheb û Yarsan anko Ehlê Heq jî hene.