Bêaviyê pişta cotkarên ji Reqayê şikandiye

Hewlêr (Rûdaw) - Cotkarên ji Rojavayê Kurdistanê ji ber guherîna keşûhewayê û peydanebûna mazotê zehmetiyan dikişînin.

Guherîna keşûhewayê, nebûna avê û bihabûna mazotê û dermanan bûye sedem ku cotkar zeviyan neçînin.

Çendinî kêm bûye

Cotkarê bi navê Mehmûd Xilêf behsa rewşa çandiniyê kir û wiha got:

“Em her sal pembo û şînkayiyê diçînin lê me rûberekî ji vî rûberî mezintir diçand.

Me îsal ji ber hişkesalî, pêla dijwar a germê û kêmbûna mazotê rûberê çandiniyê kêm kiriye.

Her wiha me ji ber nebûna mazotê enerjiya rojê bi kar aniye, eger ne bi enerjiya rojê bûya ev şînkayiya me jî çênedibû.”

Li kantona Reqayê Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser santral û kenalên avadaniyê nûjen dike da ku cotkar karibin zeviyên xwe av bidin.

“Me kanalên avê nûjen kirin”

Serokê Beşa Santralên Avdaniyê ya Reqayê Emmar el-Îsa jî got:

“Wêstgeha avdaniyê ya Ensarê yek ji wan her pênc santralên avdaniyê ye û di Projeya Bîr el-Heşimê de cih digire.

Ev santral 25 kîlometre dikeve bakurê rojavayê bajarê Reqayê, nêzîkî 839 hektaran av dide.

Li vê santralê pênc pompe hene, her çar pompe destpêkê bi karîna 75 kîlowatan kar dikin.

Di her çirkeyekê de 476 litre avê didin. Pompaya pêncem herdemî ye, ew di her çirkeyekê de 500 litre avê dide.

Li ser daxwaza cotkaran tîmên me kenalên avê nûjen kirin da ku avê bigihînin nav zeviyan.”

Li gorî amarên fermî, li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdeyî milyonek hektar zevî bikêrî çandiniyê tên çandin.

Ji sedî 75ê zeviyan bejî û ji sedî 25ê zeviyan jî avî tên çandin.

Di salên dawî de ji ber bandora şerê navxwe û geherîna avhewayê tenê 300 hezar hektar zevî hatine çandin.