Fermandarekî HPGyê canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) gel ragihand ku fermandarê bi nasnavê Orhan Cîhat Bîngol canê xwe ji dest daye.

HPGyê da zanîn ku Orhan Cîhat Bîngol 6ê Hezîrana 2024an li Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye û ev agahî dan:

"Ewladê leheng û bijarte yê xelkê me yê Çewlîgê, milîtanê fedaî yê partiya me PKKyê, fermandarê wêrek ê xeta Apoyî û endamê Konseya Fermandariyê ya HPGyê hevrêyê me Orhan Cîhat Bîngol, 6ê Hezîrana 2024an li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrişeke dijmin de şehîd ket.”

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya Orhan Cîhat Bîngol bi vî rengî ye.

Orhan Cîhat Bîngol: Navê wî yê fermî Alî Dînçer e û ew ji Çewlîga Bakurê Kurdistanê ye.

HPGyê da zanîn ku Orhan Cîhat Bîngol sala 1992yan tevî refên gerîlayan bûye.