Meletî - Trên li wesayîta çandiniyê qelibî: 3 mirî û birîndarek

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Meletiya Kevn a parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê trênek li wesayîta çandiyê qelibî û 3 kes mirin, kesek jî birîndar bû.

Trêneke veguhastina bar ku ji parêzgeha Meletiyê ber bi parêzgeha Xarpêtê ve diçû li wesayîteke çandiniyê yê ku wekî "patpat" jî tê nasîn da.

Li ser agahdarkirinê cendirme, AFAD û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Hat ragihandin ku di encama bûyerê de dayika bi navê Leylayê û du zarokên wê yên bi navên Esma û Muazê canê xwe ji dest da.

Her wiha bavê zarokan ê bi navê Orhan Acar jî birîndar bû û tîmên tenduristiyê ew bir nexweşxaneyê.

Derbarê bûyerê de lêkolîn berdewam e.