Şaredariya Bedlîsê ji sedî çendê elektrîka xwe ji enerjiya rojê dabîn dike?

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Bedlîsê li gundê Ximiçûrê panelên enerjiya rojê danîne elektrîkê jê hildiberîne.

Şaredariya Bedlîsê li ser 35 hezar donim erd projeya enerjiya rojê bi cih kiriye û ji sedî 75ê pêwîstiya xwe ya elektrîkê ji wê derê dabîn dike.

Şaredarê Bedlîsê Nesrullah Tanglay da zanîn:

“Me ev proje sala 2019an dabû destpêkirin û niha 2,1 megawatt enerjiya rojê tê berhemanîn.

Ev der 75 hezar metre çargoşe ye û em 35 hezar metre çargoşeyê wê ji bo enerjiya rojê bi kar tînin.”

Şaredariya Bedlîsê bi vê projeyê xerciyên enerjiyê kêm kirine û wî pereyê ji bo xizmetguzariyên din bi kar tîne.

“Em dê hemû enerjiya şaredariyê ji vê derê dabîn bikin”

Şaredarê Bedlîsê Nesrullah Tanglay her wiha anî ziman:

“Em niha ji sedî 75ê enerjiya Şaredariya Bedlîsê ji vê derê dabîn dikin.

Di plan û projeya me de megawatekê din heye.

Înşallah em dê hemû enerjiya şaredariyê ji vê derê dabîn bikin û xerciyên enerjiyê dê di berîka şaredariyê de bimîne.”

Li Bakurê Kurdistanê ji ber bihabûna elektrîkê di salên dawî de bi taybetî di sektora pîşesazî û çandiniyê de projeyên enerjiya rojê gelekî zêde bûne.