Li Kilîsê xizmên hev li ser zeviyan pev çûn: Kesek hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Kilîsê ya Bakurê Kurdistanê, kesek li ser meseleya zeviyan hat kuştin.

Li navçeya Girê Miradê ya Kilîsê du kesên xizmên hev, li ser meseleyên erd û zeviyan pev çûn.

Di pevçûnê de kesek û bi çifteya nêçîrê hat kuştin.

Li gundê Zeytîndagiyê yê Girê Miradê, du kesên bi navê T.Y. û M.Y. yên xizmê hev, ji ber meselaya erd û zeviyan pêv çûn.

T.Y. bi çifteya nêçîrê gule berdan M.Y. û M.Y. li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

T.Y. jî ji cihê bûyerê reviya.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê bi armanca otopsiyê termê M.Y. veguhest Nexweşxaneya Dewletê ya Prof. Dr. Alaeddîn Yavaşcayê.

T.Yyê ku reviyaye heta niha jî nehatiye desteserkirin.

Tê gotin ku ji bo girtina T.Y. cendirme ketine tevgerê.