Girtiyê Kurd ê 70 salî canê xwe ji dest da
Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê Kurd Şakir Turanê 70 salî canê xwe ji dest da.
Şakir Turan beriya hefteyekê li nexweşxaneyê hatibû razandin.
Şakir Turan, ji navçeya Stêwrê ya Mêrdînê ye û bi hinceta “alîkariya rêxistinê” 6 sal ceza lê hatibû birîn.
Turan, di Girtîgeha Tîpa Lyê ya Erzinganê de dima.
Turan bi nexweşiya pençeşêra gewriyê ketibû û rê nedihat dayîn ku bê dermankirin.
Tevî nexweşiya giran û banga saziyên sivîl jî Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê cezayê Turan ranewastandibû.
Piştî ku Turan di nava 4 mehan de 23 kîlo dan û êdî nikaribû biaxive û bimeşe berî hefteyekê rakir Nexweşxaneya Lêkolînê ya Erzinganê.
Girtiyê Kurd îro demjimêr 07:30î li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.
Malbata wî li ser agahdarkirina hevalên wî yên girtîgehê pê hesiyane ku Turan li nexweşxaneyê ye û çûne serdana wî lê heta 28ê Tebaxê rê nehatiye dayîn ku wî bibînin.
“Serê min bilind e û min xwe netewand”
Şakir Turan di hevdîtina dawî de ji kurê xwe re gotibû, “Serê min bilind e û min xwe netewand.”
Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê û Parlamenterê YSPyê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlioglu, çend caran rewşa Şakir Turan anîbû rojevê.
Wan daxwaza rawestandina cezayê wî kiribû.
Gergerlioglu li Parlamentoya Tirkiyeyê jî rewşa wî anîbû rojevê û derbarê wî de pirsename dabû Wezîrê Dadê berê yê Bekir Bozdag.
Ji aliyê din ve, daxwazên malbata wî ya ku li Antalyayê dijî yên ji bo veguhestina Şakir Turan a Girtîgeha Antalyayê jî hatibûn redkirin.
Hat zanîn ku 3 kur û 3 neviyên Turan xwedî pêdiviyên taybet (astengdar) in.