Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li peyama Muqteda Sedr kir

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li peyama Rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sedr a derbarê aloziyên li Bexdayê kir û daxwaz ji hemû aliyan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan dest bi diyalogê bikin.

Îro Sêşembî 30ê Tebaxa 2022an, Rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sedr di preskonferansekê de li Necefê bang li alîgirên xwe kir ku xwepêşandan û aloziyên li Bexdayê rawestînin û ji Herêma Kesk a Bexdayê vekişin. Sedr herwiha dema saetekê ji bo vekişîna alîgirên xwe diyar kir û gef xwar, eger daxwaza wî neyê pêkanîn ew dê haşayê li xwepêşanderan bike.

Ev peyama Sedr rastî karvedanên erênî hatin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di twîtekê de pêşwazî li peyama Muqteda Sedr kir û ragihand, “Piştgiriya helwêsta niştimanî û bi berpiryarî ya wî dikim û dixwazim ewlehî û aramî li welat bicih bibe.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha dibêje, “Careke din vexwandinê dubare dikim bo tevahiya hêz û aliyan bo destpêkirina diyalogê bi armanca çareserkirina pirsgirêkan û rizgarkirina Iraqê ji vê rewşa giran.”

Îro piştî peyama Sedr, alîgirên wî ji navçeya Kesk a Bexdayê û ji qadên xwepêşandanê vekişiyan.

Li gor çavkaniyekî tendirustiyê, di aloziyên şevê din û îro de li Bexdayê herî kêm 25 kesan canê xwe ji dest dane û 380 kes jî birîndar bûne.