Şewata li Çiyayê Cûdî belav dibe

Hewlêr (Rûdaw) – Şewata li Çiyayê Cûdî ku ev hefteyekê dest pê kiriye heta niha jî berdewam e û agir bi beşeke zêde ya daristanên Cûdî ketiye û her diçe belav dibe. Hejmarekê bikarhênerên medyaya civakî nerazîbûna xwe nîşan didin ku ti rêgiriyek li ber şewatê nayê kirin.

Li gor zanyariyên çavkaniyên xwecihî, ev nêzîkî hefteyekê ye li Çiyayê Cûdî şewat derketiye her ku diçe belav dibe û beşeke daristanên çiyayê Cûdî dişewite û heta niha zirareke mezin gihiştiye deverê.

Agirî ku ji navenda Şirnex û bajorokê Gundikê Melî xuya dibe, li daristanên herêma gundên Cifanê, Gundikê Remo û Nêvava ku dikevin qûntara Çiyayê Cûdî berdewam e.

Li ser medyaya civakî beşek ji bikarhênerên Kurd nerazîbûna xwe nişan didin ku ti midexaleyek ji bo vemirandina agir ji aliyê peywendîdar ên fermî ve nayê kirin.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz li hesabê xwe yê Twitterê jî vîdyoyeke derbarê şewata li çiyayê Cûdî belav kir û ragihand ku deshilatdariya Tirkiyê ne tenê li dijî gelê Kurd e, di heman demê de li dijî cografya, çiya, daristan û kevirên Kurdan e jî.

Huseyîn Kaçmaz wiha gotiye: “Dijminetiya vê desthilatdarî tenê li dijî gelê Kurd nebûye, herwiha li dijî cografya, çiya, kevir, daristan, kêzik û her tiştên Kurdan bûye. Tişta xuya dibe; şewatandina candaran û daristana ye û têkbirina sirûştê ye.”

Piştî nerazîbûna li hemberî şewata li Cûdî, parêzgariya Şirnexê jî di daxuyaniyekê de ragihand ku li devera Cifanê midexaleyê agir dikin ku li gor daxuyaniyê beşeke mezin a agir hatiye vemirandin.

Parêzgariya Şirnexê dibêje ku tîmeke taybet a agikujiyê ku ji 55 kesan pêk tê, mijûlê vemirandina agir dibe.Li gor daxuyaniyê tevahiya yekîneyên peywendîdar ên parêzgariyê xebatên pêwîst bo vemirandina agir dane destpêkirin.

Ev yek di demekê de ye ku artêşa Tirkiyê ev heyameke li herêma çiyayê Cûdî li dijî gerîlayên PKKê bi navê ‘Birûsk – 1’ dest bi operasyonekê kiriye û di destpêka operasyonê de şer û pevçûnan rû dabûn û herêmên çiyayê Cûdî bi tundî hatibûn topbarankirin.

Parêzgariya Şirnexê bi sedema operasyonê li 23 deverên bajêr “herêmên ewlekariyê yên taybet ên demkî" ragihandiye.