Li Muglayê 47 koçber hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bodrumê ya parêzgeha Muglayê ya Tirkiyê 16 jê zarok 47 koçber hatin desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya Fermandariya Ewlehiya Peravan a Tirkiyeyê, li navçeya Bodrumê ya Muglayê belemeke lastîkî ya ku 29 koçber tê de bûn matora wê xirap bûye û avê ber bi peravê ve biriye.

Hêzên Ewlehiya Peravan dema belem dîtine koçberên di nav de derxistine û 10 ji wan zarok 29 koçber desteser kirine.

Li heman navçeyê di belemeke din a lstîkî de 6 jê zarok 18 kes ji aliyê Hêzên Ewlehiya Peravan ve hatin desteserkirin.

Hatiye ragihandin ku hêzên ewlehiyê koçberên desteserkirî radestî Navenda Koçê ya Muglayê kirine.