ÊLIH - Di şerê çekdarî de kesek hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw)- Li Êlihê di şerê çekdarî de kesek hat kuştin.

Li ser Bûlwara Ataturkê du kes bezîn hev û wan şer kir.

Kesê ku nasnameya wî hîn nehatiye tesbîtkirin bi demançeyê gule berda Ferhat U.yê 22 salî.

Ferhat U. bi giranî birîndar bû û ambulansê ew rakir Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.

Ciwanê 22 salî, li gel hemû midaxaleyan jî nehate rizgarkirin û wî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Êrişkar piştî bûyerê reviya, ji bo girtina wî xebatên polîsan dewam dikin.