Li Rihayê 2 bira hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya Rihayê ya Bakurê Kurdistanê du bira kuştî hatin dîtin.

Bûyera xemgîn duh êvarî demjimêr derdora 20.30an de li kargeheke ku li qada pîşesazî ya nû ya Taxa Karakoyunê ya Siwêregê ye rû da.

Li ser agahdarkirinê cendirma û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Di lêkolîna li kargehê de hat dîtin ku welatiyê bi navê Berat Kiliç û birayê wî Mûsa Kiliç bi tivinga nêçîrê ji serê xwe hatina gulebarankirin û wan li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.

Cenazeyên her du birayên ku jiyana xwe ji dest da ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.

Cendirmeyan ji bo zelalkirina hemû aliyên bûyerê lêpirsîneke berfireh da destpêkirin.