Tirkiyeyê bendav çêkir: Asta ava Meydankê daket

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiyeyê bendavek li ser çemê Efrînê ava kiriye û ew jî bûye sedem ku asta ava gola Bendava Meydankê dakeve.

Av li Bendava Meydankê ya Efrînê gelekî kêm bûye û vê yekê li Cindirêsê li ser hinek berhemên çandinyê metirsî çêkiriye.

Li gorî zanyariyên ku ji Efrînê hatine bi dest xistin, îsal asta ava gola Bendava Meydankê gelekî daketiye. 

Guherîna keşûhewayê bandorê li ser kêmbûna ava Bendava Meydankê dike lê bendava ku Tirkiyeyê li ser Çemê Efrînê çêkiriye jî bûye sedema kêmbûna ava vê bendavê.

Tirkiyeyê ew bendava ku dikare 38 milyon metrekup av di gola xwe de kom bike sala 2021ê vekir. 

Bendava Meydankê sala 2004an bi fermî ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve hatiye vekirin.