Li Amedê 4 otomobîl li hev qelibîn: 5 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di bûyereke trafîkê de çar otomobîl li hev qelibîn. Di encama qezayê de 5 kes birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku hatine belavkirin, şeva borî li ser rêya Amed-Rihayê minîbûsa ku nasnameya şofêrê wê nehatiye zanîn ji paş ve li sê otomobîlan daye.

Di bûyerê de 5 kes birîndar bûn û birînên 2 kesan giran in.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstiyê û polîs çûne cihê bûyerê.

Birîndar bi ambûlansan bo nexweşxaneyan hatin veguhestin.