Salane bi deh hezaran geştiyar serdana cihên dîrokî yên Amedê dikin

Amed (Rûdaw) – Salane bi deh hezaran geştiyar serdana cîhên dîrokî yên Amedê dikin û tenê di meha Hezîranê de 220 hezar geştiyaran serdana Amedê kiriye.

Ji bo bajarên Kurdan cihên geştiyariyê yek ji deriyên dahatê yên herî girîng e.  Ew deriyên ku bi sînordarkirinên ji ber Coronayê hatibûn girtin ji 1ê Hezîranê ve careke din vebûne û geştiyaran berê xwe dane şûnwaran û kûçe û kolan bi ahenga wan geş bûne. Dêrsim, Wan, Riha,  Mêrdîn û Amed ji çend ji parêzgariyên bakûr yên herî girîng yên geştiyarî ne.

Amed jî yek ji wan bajaran e ku bi sûrên qedîm, bi şûnwarên dîrokî, bi tehmên xwe yên heremî û bi bermahiyên ji 33 şaristaniyan û bi cîhên geştiyariya dînî her di meraqa geştiyarên xwemalî û biyanî da ye.

Dogan Şan, Organîsatorê Geştiyariyê, dibêje, “Meha çûyî em dinêrin ku nêzîkî 220 hezar geştiyar hatine Diyarbekirê yanî di nav mehekî de.  Piştî vê mehê şûn de ji xwe sezona me nêzîkî sê meh in.  Di vê sê mehên mayî de em wisa texmîn dikin 400 hezar însanên werin Diyarbekir. ”

Xalit Ayğat jî yek ji rêberê geştiyarên dewletên erebîne ku qarta wî ya rêberiyê di stûyê wî da ye û ew turîstan digerîne.

Xalir, Rêberê Geştiyaran, dibêje, “Ez li vir rêberî ji turên geştiyaran re dikim. Ji erdnîgara ereban û ji dewletên korfeze gelek kes serdana Diyarbekirê dikin. Xisûsen cihê Hz Silêman û sahabiyan, mizgefta mezin, peravên çemê Dîcleyê zêde balê dikişinin. Di heman demê de mitbaxa dewlemend ya Amedê bo nimûne jî, cîger û cûreyên kibaban, qedayîfa badayî pir bala geştiyaran dikişine. Yên ku tên vir heke dema wan hebe divê tekez biçin navçeya Gêlê li wir bendav heye dikarin li wir bi keştiyan bigerîn û xwezaya ezeb ya wî navçeyê bibinin û demen xweş li wir derbas bikin. “

Li ser rêya Amed û Mêrdînê bi ser Amedê va kela dîrokî zerzevan jî yek cîhên herî zêde ku bala geştiyaran dikişine ye. Li gor amarên acente ya geştiyaran di şeş mehên dawî de tene nêzîkî 60 hezar geştiyarên xwemalî û biyanî  seredana kela dîrokî zerzevanê kirine

Zehra Bezen, Geştiyar, dibêje, “Min ji aliyê çandî ve Diyarbekir gelek dewlemend dît. Ji hela menewî ve gelek xurt e. Bi ketina bajêr ve meriv wê hewa menewî hês dike. Min ji xwarinên Amedê gelek hez kir."

Îlknûr Pala, Geştiyar, dibêje, “Ez ji mêrsînê hatim vira. Min ji amedê hizkir, Amed bajarek dîrokî ye. Bêhna dîrokî ji vir tê.”

Olcay Yersel, Geştiyar, dibêje, “Em ji îzmîrê hatin vira. Em îro hatin emê sibê bizivirin. Ji çil beriya niha va ez diyarbekirê dizanim û yek jî halê wî yê anha dizanim Mê ji deriyê çiyê destpê kir heta köşk a ataturk em geriyan.”

Hatîce Kongul, Geştiyar, dibêje, “Ez ji Sîwêregê hatim vir û ez evîndarê Amedê me.”

Besra Bêrtî, Geştiyar, diyar dike, “Em ji Almanyayê hatin vira, welatên din ji bo zarokên me ne baş in. Lê dema em tên vira zarokên me rehet diğerin kêfxweş dibin. Yanî li amedê meriv dizane ku merif hatiye sûkekî.”

Adil Bêrtî, Geştiyar, dibêje, “Ji bo ku Amed bajarek xweş e, dîrokî ye, navdar e û payîtexta meye her ku çiqas em hatine me Amed ziyaret kiriye.”

Sindî Zubeyr, Geştiyar, dibêje, “Ez ji zaxo hatime vira. Min dixwest ez Diyarbekir bibinim.”

Ziyad Ûsiv, Geştiyar, dibêje, “Li vir ez bi zimanê Kurdî diaxivim, heme ez dixwazim her  bi gohên xwe Kurdî bibihîzim. lê em biçin cîhek din zimanê dayîkê nîn e. Ew erde ku zimanê dayîkê lê hebe xweş e bo her dere dinyayê.”

Li Amedê hedefa ji bo sala 2021 herî kêm yek milyon geştiyar bûn. Di van rojan de her çend zêdetirî 100 otêlên amedê bi fûll kapasîte tijebin jî heta dawiya salê tê pêşbînîkirin ku hatina 500 hezar geştiyaran yên encax mumkûn be tevî qedexe û sînordarkirinên ji ber Coronayê ji bo tûrîzma Amedê ev reqem jî gelek gelek baş e.