Krîstiyanên Kurdistanê daxwaza sererastkirina dengdana bi kursiyên kota kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Hejmarek ji krîstiyanên Herêma Kurdistanê îro li Hewlêrê li hev kom bûn û daxwaz kirin, ku yasaya kursiyên kota yên pêkhateyan li parlamentoya Kurdistanê were sererastkirin.

 

Derdora 50 kes ji pêkhateya krîstiyanên Herêma Kurdistanê li ber deriyê parlamentoya Kurdistanê kom bûn û bi bilindkirina hin dirûşmên têkildarî mafê kursiyên kota yên wê pêkhateyê, nerazîbûna xwe li hember sîstema niha ya dengdanê bo kursiyên kota nîşan dan.


Beşdarên di vê kombûnê de daxwaz kirin, ku kursiyên kota yên pêkhateyan tenê ji bo pêkhateyan bin û ti aliyek destwerdanê têde neke.

 

Seroka Partiya Ebna Elnehrêyn, Gelawêj Şaya di vê civînê de gotarek da û ragihand, ji ber ku hemû hevwelatiyek dikare deng bide berbijêrên bo kursiyên kota yên krîstiyanan, hin kesên li derveyî îrade û xwasteka vê pêkhateyê digihin parlamentoya Kurdistanê.

 

Gelawêj Şaya herwiha daxwaz kir, ku yasaya hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê were sererastkirin û tenê ew kes bikarin deng bidin berbijarên kursiyên kota yên pêkhateyan ku ji aliyê olî, mezhebî yan netewî ve ser bi heman pêkhateyê ve bin.

 

Parlamentoya Kurdistanê ji 111 kursiyên parlamenteriyê pêk tê, ku 11 ji wan kursiyên kota yên pêkhateyan in.

 

Ji wan 11 kursiyên kota, kursiyek jî ji bo pêkhateya Ermendî ya li herêma Kurdistanê , 5 kursî pişka krîstiyanên Herêma Kurdistanê û 5 kursî jî jibo tirkmenan e.

 

Pênc kursiyên kota yên krîstiyanan, ji bo pêkhateyên cuda yên weke Aşûrî, Kild û Suryaniyan hatiye danîn.

 

Herwiha pêkhateya Ermenî jî li ser ola Krîstiyanî ne, lê belê ji ber ku hejmara wan gelek kêmtir e, parlamentoya Kurdistanê ji wan re taybetmendiyek ciyawaz hesab kiriye û kursiyeke kota bi awayekê cuda ji wan re diyar kiriye.


Ev kombûna hejmarek ji krîstiyanên Herêma Kurdistanê di demekê de ye, ku biryar e di 30ê Îlona îsal de hilbijartinên xûla pêncem a parlamentoya Kurdistanê bihê lidarxistin.