Ciwanên Geverê li parkê çalakiya xwendina pirtûkan saz kir
Navenda Nûçeyan - Li navçeya Gever a Colemêrga Bakurê Kurdistanê hejmarek ciwan li navenda bajêr li parkê bi welatiyan re pirtûk xwendin.
Ciwanên ku hatin cem hev, bo mebesta xwendina pirtûkan zêde bibe, li navenda navçeyê li Parka Avaşînê çalakiyek saz kirin.
Ciwanan destpêkê ji welatiyên li parkê kom bûne re behsa armanca çalakiyê kirin û dûv re pirtûk belav kirin.
Ji ciwanan Abdullah Bartin derheqê çalakiya xwendina pirtûkan a ku qedera saetekê berdewam kirî de daxuyanî da û diyar kir ku li navçeyê rêjeya xwendina pirtûkan nizim e û wiha pê de çû:
"Me ev çalakî pêk anî da ku welatî ji xwendina pirtûkan hez bikin. Ji bo vê yekê jî me pirtûk li hevalên ku li parkê rûdinên belav kirin û me ew jî hildan nava xwe. Em dixwazin di destê her zarok, ciwan, dayik, bav, kal û pîran de pirtûkekê bibînin."