Kurdên kakeyî soz didin tola xwe ji DAIŞê hildin

Kerkûk (Rûdaw) –  Hêza fewca pêşmergeyên kakeyî yên gundên başûrê navçeya Daquqê soz didin, ku li hember êrîşa çekdarên DAIŞê ya ser gundê Elûd Paşa, tola xwe ji vê rêxistinê bistînin.

 

Şeva 26ê Tîrmehê çekdarên DAIŞê êrîşê li bi ser gundê Elûd Paşa ya navçeya Daqûq a Kerkûkê de girtin û di encamê de 4 kes kuştin û 5 kesên din jî revandin.

 

Eşkere bû, ku çekdarên ku herêmê nas dikin, li gel vê koma DAIŞiyan de bûne. Kakeyî dibêjin, ew li hember revanbdina jin û keçên kakeyî bêdeng nabin û ew dê derbeyeke giran li DAIŞê û herwiha li wan kesan bidin, ku alîkarî dane van çekdaran.

 

Rehman Husamedîn ciwanekî 15 salî ye û hê jî kêliya kuştina dayik û bavê wî li ber çavê wî ye. Hê konê sersaxiyê ya malbata wî li erdê ye lê wî çeka xwe hilgirtiye û vegeriyaye gundê xwe.

 

Rehman Husamedîn dibêje ku ew dê cihê bavê xwe dagre û tola xwe bistîne: “Ez ti caran nahelim xwîna bavê min vala biçe. Niha ez li cihê wî me. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe dê şer bikim. Ezê ji bo bav, dayik û xwîşka xwe şer bikim.”

 

Fewca Kakeyiyan bi berferehî dest bi lêkolînan kirine. Serta bidest xistine ku di nava çekdarên DAIŞê de kesên ku herêmê û mala Husamedîn nasdikin hebûne.

 

Cîgirê Fermandarê Fewca Kakeyî Ferhad Nezer Kakeyî dibêje: “Em her dem amade ne di oxira Kurdistanê de canê xwe bikin gorî. Li ser vê bûyerê jî em tundtir bûne. Eger ew li ser me bibin gef, em jî dê bibin gefa ser wan. Em bi eşkre dibêjin; eger ew jinên revandine bernedin, emê derbeyên herî giran li wan bixin.”

 

Nêzîkî 10 gundên kurdên kakeyî li başûrê Daqûqê hene ku ev gund nêzîkî sînorên DAIŞê ne.

 

Di sala 2015ê de bi fermana Serokatiya Herêma Kurdistanê, fewcekî kakeyiyan hate avakirin, ku hejmara pêşmergeyên wan 500 kes in. ev fewc ser bi Wezareta Pêşmerge ye. Vê fewcê ji bo kontrolkirin û parastina navçeya xwe gelek caran daxwaza zêdekirina hejmara hêza xwe kirine.