Kurdên Sovyetê ji kongreya netewî bi gazindin

Hewlêr (Rûdaw) - Karmendê bilind ê kurd yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo herêma Asya Navîn û Wirya Qeredaxî tevlî bernameyeke Rûdawê bû û ragihand: “Hejmareke kurdên niştecihê Sovyeta berê peywendî ligel min kirine û gazind ji wê yekê kirine ku nûnerê wan ji bo amadekariyên kongreya netewî nehatine vexwendin.”

Wiryar Qeredaxî di vê derbarê de wiha got: “Pêwîst bû kurdên Sovyetê jî hatiban vexwendin. Tevî ku parçeyeke Kurdistanê li wir nîne, lê diviya bû nûnerekî wan beşdar bibûya.”

Qeredaxî ragihand ku bi telefonê li min geriyan û wiha got: “Sê caran bi telefonê li min geriyan.Gotin, çima nûnerê me nehatine vexwendin. Gotin, me di televizyonê de dît û em pir keyfxweşin ku Serok (Mesûd Barzanî) serpereştiya wê dikir.

Karmendê bilind ê kurd yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Wirya Qeredaxî destnîşan kir ku kurdên Sovyetê gelek dixwestin beşdar bibin, herwiha li wir kesayetiyên me yên mezin jî hene.