Li Dîlokê termên 2 ciwanên Sûrî hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tilbişarê ya ser bi parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê ve di Çemê Sacirê de termên 2 ciwanan hat dîtin ku ji Sûriyê ne û 10 roj bûn wendayî bûn.  

Li gor zanyariyan, ew herdû term duh 29ê Hezîranê li ser ava Çemê Sacirê hatine dîtin û welatiyan aliyên peywendîdar ji rewşê agahdar kirine.

Piştî agahdarkirinê, tîmên berpirs çûne cihê bûyerê û termên her du ciwanan ji çem derxistine.

Li gor zanyariyan herdu ciwan ji Sûriyê ne û yek 19 salî û yê din jî 15 salî ye.

Ajansa fermî ya Tirkiyê ragihandiye, navê ciwanekî Nîdal Abdullah Elhamed (19) û navê ciwanê din Alî El Abdullah (15) e.

Piştî ku termên her du ciwanan ji avê hat derxistin, ji bo otopsiyê û lêkolînê rakirina saziya Tiba Edlî ya Dîlokê.

Hêzên ewleakriyê derbarê bûyerê de dest bi lêkolînan kirine.

Li gor agahiyan, beriya niha bi 10 rojan her du ciwan wenda bûbûn.