Parêzgariya Dêrsimê ji ber metirsiya xeniqînê hişyarî da

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Dêrsimê li Bakurê Kurdistanê ji ber metirsiya xeniqînê hişyarî da û got, welatî di dema melevaniya nav Çemên Munzur û Pilemûrê de divê hişyar bin.

Parêzgariya Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê îro 30ê Hezîrana 2023an derbarê bûyerên xeniqîna di nav çeman de daxuyaniyek belav kir.

Li gor daxuyaniya parêzgariyê, ji ber helîna berfê û barana zêde ava Çemên Munzur û Pilemûrê zêde bûye û ji ber vê yekê welatî di dema melevaniyê de divê hişyar bin.

Bi hatine demsala havînê li seranserê parêzgehên Bakurê Kurdistanê bûyerên xeniqînê zêde bûne û hişyarî tê dayîn ku tedbîrên pêwîst bên wergirtin.