Li Erzînganê bûyera trafîkê: 2 kes mirin û 3 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erzînganê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlekê li dawiya barhilgirekê daye û di encam de 2 kesan canê xwe ji dest dane û 3 kes jî birîndar bûne.

Di roja sêyemîn a Cejna Qurbanê de bûyerên trafîkê li seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê berdewam in.

Îro 30ê Hezîrana 2023an li ser rêya parêzgehên Erzînganê û Sêwazê yên Bakurê Kurdistanê otomobîlek û barhilgirek li hev qelibîn.

Di encam de li cihê bûyerê 2 kesan canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bo nexweşxaneya parêzgeha Erzînganê hatine veguhestin.

Derbarê rewşa birîndaran de ti zanyarî nehatiye belavkirin.