Heseke; Ji ber nebûna avê û elektrîkê xelk havîneke dijwar derbas dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber qutkirina ava Santrala Ellok li navçeya Serê Kaniyê û nebûna elektrîkê, şêniyên bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê havîneke dijwar derbas dikin.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xwser, ji ber pirsgirêkên av û elektrîkê, rewşa xelkê bajarê Hesekê û bajarok û gundên derdorê pir xirab e.

Li gor zanyariyan, ava Santrala Ellok a li navçeya Serê Kaniyê ji aliyê artêşa Trikiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ve li ser Hesekê û derdora wê hatiye qutkirin û xelk neçar in bi tankeran avê ji xwe re dabîn bikin û di wê rewşa xirab a aborî de avê bi bihayekî pir zêde dikirin.

Herwiha li Hesekê û navçeyê elektrîka sereke pir kêm heye û elektrîka herêmê bi jeneratoran tê dabînkirin ku ew jî tenê çend demjimêran elektrîkê didin.

Ji ber wê, xelkê Hesekê îsal havîneke dijwar derbas dikin.

Tevî wê yekê, bi hatina Cejna Qurbanê re jî xelkê bajarê Hesekê îsal nekarîne weke pêwîst amadekariyên cejnê bikin, herwiha bi kêfxweşî pêşwaziyê li serdanker û mêvanan bikin, di demekê de ku bi hesreta vexwarina aveke cemedî de ne.

Vê carê ji roja 6ê Hezîranê ve ava Santrala Ellok li ser bajarê Heseke û derdora wê hatiye qutkirin, û niha zêdeyî 1 milyon kesan di rewşeke zêde xirab de dijîn.

Piştî ku Serê Kaniyê di Cotmeha 2019an de ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ve hat dagîrkirin, heta niha 36 caran ava santrala Ellok li ser bajarê Heseke û derodrê hatiye qutkirin.