Ciwanekî ji Rojavayê Kurdistanê şêwirmendiya civakî ya Xaça Sor a Almanî dike

Hewlêr (Rûdaw) - Kawa Hecî ciwanekî ji bajarokê Tirbe Spiya Rojavayê Kurdistanê ye û 20 sal in li Almanyayê dijî. Kawa beşdarî çendîn kursan bûye di warê derûnnasî, civakî û hawarçûnê de û ji 2015an ve li gel Xaça Sor a Almanî di warê Şêwirmendiya Civakî de kar dike, her wiha ji 2017an ve jî kursên hawarçûna sereke dide.

Kurdê Rojavayê Kurdistanê Kawa Yûsif Hecî got, “Yek ji tiştên ku em di karê xwe de bikartînin ev alet e. Li ser vê TIRê pêwîstiyên nexweşxaneyekê hene. Em dikarin di nava nîv saetî de nexweşxaneyeke meydanî hazir bikin. Di dawiya wê de konek heye ku di nava çend deqeyan de bi hewayê tijî dibe û tê hazirkirin. Em dikarin kesên birîndar derman bikin.”

Kawa di warê tevlîkirina koçberena bo nava civaka Almanî de jî kar dike bi taybet koçberên Sûrî û ji aliyê Serokê Wilayeta  Niedersachsen , wezîrê navxwe û berpirsa tevlîbûna civakî ve li heman Wilayetê hatibû xelatkirin.

Kawa Yûsif Hecî anî ziman, “Wek ku hûn dizanin Almanya dewleteke burokrasî ye, burokrasiya ji bo penaberên ku têne vî welatî tund e, zehmet e ku bi tena serê xwe bikaribin tiştekî bikin. Ji ber wê em jî alîkariya wan dikin. Her wiha em alîkariya wan penaberên ku malbatên xwe li pey xwe dihêlin dikin ku mafê penaberiyê bikaribin werbigirin û em alîkariya wan dikin ku ew malbatên xwe bigihînine xwe.”

Di warê mirovî de jî Kawa wek xwebexş kar dike. Piştî rizgarkirina bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ji destê DAIŞê di 2015an de, Kawa li gel hejmarek ji hevalên xwe yên Almanî kampîneke alîkariyê destpê kir, keresteyên pizîşkî komkirin û jibo nexweşxaneyeke Kobanî şandin, niha jî ew alîkariya koçberên Ukraynî dike.