Serokê Herêma Kurdistanê serdana aliyên Tirkmen û Krîstiyan kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê li ser serdanên xwe yên ji bo aliyên siyasî bi mebesta pêkanîna yekrêziyê berdewam e û îro jî her di vê çarçovê de li gel aliyên Tirkmen û Krîstiyan civîn encam dan.

Serdanên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo aliyên siyasî bi mebesta pêkanîna yekrêzî û yekdengî, hevanhengiya di navbera aliyên siyasî, pirsa peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, hilbijartinên pêşwext ên Iraqê, pirsa destûrê û rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê pêk tên.

Serokê Herêma Kurdistanê îro li gel aliyên siyasî yên Tirkmen û Krîstiyan civîn pêk anîn. Nêçîrvan Barzanî serdana Partiya Çaksazî ya Tirkmen kir û cîgira serokê wê partiyê Muna Kahvecî ku di heman demê de Sekretera Parlamentoya Kurdistanê ye, ji Rûdawê re ragihand, “Ev serdan destkefteke baş e bo pêkhateya Tirkmen derbarê mafên pêkhateyan di destûra Herêma Kurdistanê de ku biryar e di pêşerojê de bê nivîsandin.”

Muna Kahvecî got jî, wek pêkhateya Tirkmen yek daxwaza wan ji Serokê Herêma Kurdistanê heye û diyar kir, “Çiqas aliyên siyasî yên Kurdistanê yekrêz û yekhelwest bin li hember pirsa niştimanî û mafên rewa yên xelkê Kurdistanê, bêguman em li Bexdayê bihêztir dibin. Bi yekrêziyê em dikarin berevaniyê li destkeftên me û statuya siyasî ya Herêma Kurdistanê bikin. Em wek pêkhata Tirkmen jî daxwaz dikin di destûra Kurdistanê de mafên me bi rêje bên destnîşankirin.”

Serokê Herêma Kurdistanê duh li gel Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Karker û Rencberên Kurdistanê û Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê civîn encam dabûn.

Di heyama derbasbûyî de jî Nêçîrvan Barzanî li gel Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Komeleya Dadwerî, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê civîn pêk anîbûn.