Grûpên çekdar bi dehan kes li bajarokê Mabata girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Grûpên çekdar bi dehan kes li bajarokê Mabata yê ser bi herêma Efrînê girtin, di nav girtiyan de zarokekî 9 salî û kalemêrekî 89 salî hene.

 

Roja şemiyê, 29ê Hezîranê, grûpên çekdar avêtin ser malên welatiyên bajarokê Mabata yê ser bi Efîrnê û bi dehan kes girtin.

 

Li gor çavkaniyeke taybet ji nav bajarokê Mabata, çekdarên grûpên opozisyona Sûriyê bi şêweyekî hovane reftar li gel xelkê sivîl kirin.

 

Çavkaniyê da zanîn ku bi dehan kes ji malên wan hatin derxistin û bi xiyanet û sivikatî hatin girtin.

 

Çavkaniyê diyar kir ku di nav girtiyan de, zarokekî 9 salî ku kurê Elî Çûçik e û kalemêrekî temen 89 salî bi navê Mihemed Cafer Elî hene.

 

Heman çavkaniyê got, şeva borî hejmarek ji girtiyan, di nav de ew zarok û kalemêr, hatine berdan, lê hîna hejmareke din girtî ne.