Li Rihayê cesedê keçika winda di kanala avê de hat dîtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xelîliyeyê ya Rihayê cesedê keçika ku winda bûbû, di kanala avê de hat dîtin.
Senem Han a 15 salî ku ji mala xwe derketibû û winda bûbû, berî bi 5 rojan ji bo dîtina wê xebatên lêgerînê hatibû destpêkirin.
Tîmên AFADê û polîsan di kanala avê ya ku ji nêzî taxê re derbas dibe de li Hanê geriyan.
Tîm di binê avê de geriyan û cesedê Hanê dît.
Tîmên tenduristiyê cenaze veguhast Saziya Tiba Edlî ya Rihayê.