Li Agiriyê jinekê xwe tazî kir û li nav bajêr geriya

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Agiriyê yê Bakurê Kurdistanê jinekê xwe tazî kir û derket nava kolanan.

Dîmenên jina tazî li torên medyaya civakî hatin belavkirin.

Li gorî dîmenên li torên civakî hatine belavkirin, jinekê xwe tazî kir û li nava kolanan kir hawar.

Tê dîtin ku ew jin diçe qehweyê û ji yên rûniştî re dibêje:

“We jiyana min stand ma hêja bû? We ez dîn kirim ma hêja bû?”

Li gorî zanyariyan pirsgirêkên derûnî yên wê jinê hene û ji ber wan pirsgirêkan xwe tazî kiriye û derketiya nava bajêr.

Heta polîs nehatin ti kesî midaxeleyî jinê nekir.

Hêzên ewlehiyê çûn herêmê û wan jin bir Rêveberiya Ewlehiyê ya Agiriyê.