RIHA- 800 donim genim şewitî

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Serê Kaniyê ya Rihayê 800 donim genim şewitî.

Îro piştî nîvroyê di navbera gundên Xirbezeh û Herma yên navçeya Serê Kaniyê ya parêzgaha Rihayê agir bi zeviyên genim ket.

Li gorî zanyariyên Rûdawê ji cotkarên herêmê standiye, ji ber bayekî gur agir li herêmê belav bûye û 800 donim genim şewitiye.

Cotkarê bi navê Absulselam Bozyel ê ji herêmê da zanîn ku agir li nava zeviyên cotkarê bi navê Mehmet Eken û Nurullah Çelîk derketiye û ji ber bayê gur agir bilez li herêmê belav bûye.

Li gorî gotina wî heta niha sedema derketina agir nayê zanîn.

Cotkarên her du gundan bi traktorên xwe û tîmên îtfayeya Serê Kaniyê agir kontrol kiriye.

Li ser şewata genimên cotkaran jî hêzên ewlehiyê dest bi lêkolînê kiriye.