Kurdekî Efrînî û kurê xwe li Almanyayê di Çemê Rheinê de xeniqîn
Hewlêr (Rûdaw) - Kurdekî ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê û kurê xwe li Almanya di Çemê Rheinê de xeniqîn.
Kurdê Efrînî yê bi navê Hemîd Ebdo Hemsoro yê 37 salî ji Efrînê ji gundê Qîbarê, û kurê wî Rojan Hemsoro yê 8 salî li bajarê Bonnê yê Almanya di çemê Rhein de xeniqîn.
Hemîd û kurê xwe li ber çemê Rehin derketibûne gerê, kurê wî rojan xwe davêje avê, dema ku deng jê nayê bav xwe li pey wî xwe davêje nava avê ji bo ku kurê xwe rizgar bike, lê ji ber ku Hemîd avjenî nizane di çem de dixeniqe.
Li ser agahdarkirinê tîmên hawarçûnê bo cihê bûyerê hatine veguhestin û kurê wî Rojan ji avê derdixin radikin nexweşxaneya Venusberg li bajarê Bonnê li li nexweşxaneyê tevî hemûş hewldanan ew jî duh bi şev saat derdora 11:00an de canê xwe ji dest dide.
Herwiha li gorî nûçeya rojnameya BILD a Almanyayê polîsên Alman ragihandine ku kurê wan ê 4 salî jî karibiye ji çem derkeve û xwe rizgar bike.