'Armanca Tirkiyê bi operasyonê koçberên Efrînê ji warên xwe dûr bikevin'

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Şehba li bakurê Helebê, bi deh hezaran koçberên Efrînî di bin gefa operasyoneke nû ya artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê de dijîn. Endamê Komîteya Siyasî ya Partiya el-Wehde Selah Elemdarî di derbarê egera operasyoneke Tirkiyê de got “Armanca Tirkiyê bi operasyonê koçberên Efrînê ji warên xwe dûr bikevin.”

Koçberên xelkê Efrînê, ji ber êrîşên Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê neçar bûbûn her tiştî li pey xwe bihêlin û dest ji mal û xaka bav û kalên xwe berdin û koçber bibin.

Li nav 5 kampên koçberiyê li navçeya Şehba li bakurê bajarê Heleb û herwiha jî, li nav gund, bajar û bajarokên navçeyê, ku bi berdewamî rastî topbaranê tên, ji bêhtirî 4 salan ve bi deh hezaran koçberên Efrînî dijîn. Niha ev hezarên koçberên neçar li jêr gefa operasyoneke nû ya artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê ne.

Selah Elemdarî, endamê Komîteya Siyasî ya Partiya el-Wehde, ji Rûdawê re behsa metirsiya li ser van koçberan kir.

Endamê Komîteya Siyasî ya Partiya el-Wehde Selah Elemdarî anî ziman "Ev gef û gurên dewleta Tirk bicîh hatin û şer hat ser heremên Kurdî li bakurê Sûriyê. Nimre yek şer tê ser Til Rifetê ya herêma Şehbayê. Li herêma Şehbayê xelkê me yê Efrînê 4 sal in di bin konan de wek penaber jiyana xwe dikin. Eger şer were dê careke din ev dê dîsa binin penaber, yanî ji penaberiyê wê berê xwe bidin penaberiyeke din."

Elemdarî herwiha got, yek ji armancên sereke yên Tirkiyê dûrxistina van koçberan ji warê wan ê resen e.

Endamê Komîteya Siyasî ya Partiya el-Wehde Selah Elemdarî got, "Wê hinek herin bajarên Sûriyê, hinek herin herêmên Kudî yên din, wê hinekî din jî li gorî derfetên xwe herin Ewropayê. Jixwe armanc ew e ku ji Efrînê dûr bikevin û veger di mêjiyê nifşên nû de jibîr bibe, ji doza xwe, ji Efrîna xwe, ji axa xwe ya dagirkirî dûr kevin. Armanca dewleta Tirk ev e."

Îbrahîm Şêxo, Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan- Efrîn ku baregehê wê konekî koçberiyê li Şehba ye, ji Rûdawê re got koçberên Efrînî û  nişteciyên navçeyê jî di bin metrisiya êrîşa Tirkiyê de ne.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Ibrahîm Şêxo anî ziman, "Eger vê rewşa operasyonên wan pêk bînin ser erdê, wê metirsiyeke mezin û karesateke mezin li pey xwe peyda bike. Daxwazên me wek rêxistina mafên mirovan a Efrînê em dibêjin ev şer berdewam nebe, ti dewlet destekê nedin. Em daxwaz dikin saziyên navdewletî taybet Amerîka û Rûsya herwiha dewleta Sûriyê ji erkê xwe bikin û saziyên hiqûqî jî rê nedin vî tiştî ku Tirkiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ti operasyonekê neke."

Li navçeya Şehba, nêzî 100000 koçberên Efrînî hene ku derdora 10 hezaran ji wan di nav 2 kampên mezin û 3 kampên biçûk de niştecî ne. Herwiha nêzî 50 000 kes ji nişteciyên resen ên herêma Şehbayê hene.