Bîrên avê li gundên Şingalê hatine têkdan

Singal (Rûdaw) - Li gundên Şingalê hejmareke zêde ya bîrên avê ku çavkaniya derbara jiyana xelkê gundê Şingalê bûn, hatine têk dan û bi kevir û daran hatine dagirtin. 

Kurdên Êzdî, Ereban bi wê yekê tometbar dikin. Lê Ereb jî aliyê xwe ve red dikin ku wan bîrên avê yên Kurdên Êzdî têk dabin û dibêjin ku peywendiya wan bi kurdên Êzdî re baş e. 

Jineke Kurda Êzidî dibêje: “Ereb bîran têk didin. Wan kevir, dar, blok û çi li ber destên wan ketibin avetine di nav bîran de.

Kudekî Êzidî jî dibêje: “Zêdeyî 200 bîran li devera Guhbelê hene û 800 malbat bi wan bîran karên xwe dikin. Lê li vê derê 8 bîr hene û ji wan 7 bîr hatine xetimandin û yek bi xwe xetimî ye.”


Ereban bi wê yekê têne tometbar dikin, lê ew vê tohmetê red dikin ku wan bîrên avê yên Kurdên Êzdî têk dabin.

Kesekî Ereb jî dibêje: “Peywendiyên me ligel Êzdiyan gelek baş in bi taybet xelkê nahiya Guhbel. Ti peywendiya me bi têkdan û wêrankirina bîrên avê nîne, ne me wiha kiriye. Peywendiya me bi wan re gelekî baş e. Nakokî di navbera me de nînin, ew cîranên me ne, inşella dê peywendiya me bi wan re baş bimîne. Rast e ziyan gihiştiye gundê Guhbel lê ne me ziyan gihandiye. Peywendiya me bi vê babetê ve nîne.”


Şêxên Erebên sînorê Şingalê du caran hewil dane ku ligel Kurdên Êzidî bicivin lê ew razî nabin. 

Rêveberê Nahiya Sînûnê jî dibêje: “Ev ne cara yekemîn e ku ew kiryarên hatine kirin. Heta ku xelkê herêmê li hev nerûne û lihev nekem hikûmet jî nikare karekî bike. Me ewlehiya niştîmanî û hêzên operasyonê yên Mûsilê agahdar kirine. Em dixwazin hêzeke li wê derê hebe ku pirsgirêke çêbe daku çareser bikin.”

Zêdetirî 20 gundên Ereban vegerana başûr û bakurê Şingalê û nêzîkî 200 malbatan li wan gundan bicih bûne.