Asayişa Hewlêrê li Kesnezanê çend kes desteser kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberê Asayişa Hewlêrê ragihand, hêzên Asayişa Hewlêrê li nahiyeya Kesnezan a ser bi qezaya Deşta Hewlêrê ve çend tometbar desteser kirin.

 

Dr. Tariq Nûrî ji Rûdawê re ragihand: “Şeva pêncşemiyê 30ê Gulana 2019 hêzên Asayişê çend tometbar desteser kirin ku kesekî Hindistanî revandibûn û ji bo azadkirina wan kesan daxwaza pere kiribûn.”

 

Rêveberê Asayişa Hewlêrê herwiha got: “Ew kesê Hindistanî li Herêma Kurdistanê xwaringeha wî heye û hêzên Asayişê ew kes ji destê revîneran rizgar kir û tometbar jî hatine desteserkirin.”

 

Taqir Nûrî red kir ku desteserkirina wan tometbaran bi sedemên terorîstî be.