FLAŞ - Li Silopiya teqîn: 4 kuştî û 19 birîndar

Navenda Nûçeyan – Li navçeya Silopiya ya Şirnexê bombeyek teqiya û di encamê de 4 kes hatin kuştin û 19 kes jî birîndar bûn.

 

Li gorî agahiyan, êvariya îro saet 19:15 teqînek li cadeya Ipekyolu ya navçeya Silopiya ya Şirnexê qewimî. Hat zanîn, dema ku otomobîla zirhî ya hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê derbas dibû, bombeyek li ser rêya wê teqiya.

 

Di encama teqînê de 4 kes hatin kuştin û 19 kes jî birîndar bûn, ku 5 ji birîndaran polîs in.

 

Li gorî zanyariyan, her 4 kesên ku jiyana xwe ji dest dane, welatiyên sivîl in.

 

Piştî teqînê hejmareke zêde ya hêzên ewlehiyê bo cihê bûyerê hatin şandin û hêzên ewlehiyê li deverê operasyon dan destpêkirin.