PSK: Em dê dengê xwe bidin Kemal Kiliçdaroglu

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) di hilbijartinên serokkomariyê yên Tirkiyê de piştgiriya xwe ya ji Berbjêrê Serokkomariyê yê Hevpeymaniya Milet û Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu eşkere kir. PSKê ragihand, “Ji bo li Tirkiyeyê peydabûna pevajoyeke nû ku asayîbûn û nirxên demokrasiyê di nav xwe de dihewîne, em ê dengê xwe bidin namzetê serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglu.”

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) ya ku di nava Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd de ye, îro Yekşemê 30ê Nîsana 2023an daxuyaniyeke nivîskî belav kir û ragihand ku ew dê di hilbijartinên serokkomariyê yên Tirkiyê de piştgiriya Berbjêrê Serokkomariyê yê Hevpeymaniya Milet û Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bikin.

PSKê di daxuyaniya xwe de li ser piştgiriya Kemal Kiliçdaroglu got, “Hilbijartina 14ê Gulanê, derfetek girîng derdixe pêşberê me ku em pêkve, ji vê pergala zordest û nedîtî xilas bibin. Ji bo li Tirkiyeyê peydabûna pevajoyeke nû ku asayîbûn û nirxên demokrasiye di nav xwe de dihewîne, em ê dengê xwe bidin namzetê serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglu. Di hilbijartina serokkomariyê de piştgirîdayîna li birêz Kemal Kiliçdaroxlu, nayê wê wateyê ku em piştgiriya CHPê û Tifaqa Milletê dikin.”

Her wiha HDP ya bi PSKê re di nava Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd de ye jî piştgiriya xwe ji bo Kemal Kiliçdaroglu ragihandibû.

PSKê her wiha anî ziman, “Em dizanin ku Birêz Kemal Kiliçdaroglu bi tena sere xwe nikare pirsgirêka kurd çareser bike û bernameyeke wan ya rêkûpêk di vî warî de jî tuneye. Pirsgirêka kurd, dikare bi tekoşîna hevbeş ya hêzên neteweyî û demokratik yên Kurd û hêzên demokrasîxwaz yên Tirkiyeyê bê çareserkirin. Hilbijartina serokkomariyê, ne ew hilbijartin e ku dê kîjan namzet, pirsgirêka Kurd çareser bike û demokrasiyke rasteqîn pêk bîne. Meseleya esasî ew e ku dê ev pergala zordest û nijadperset, dom bike an na.”

PSKê di berdewama daxuyaniya xwe de got, “Partiya Sosyalîsta Kurdistan, di hilbijartina parlamenteriyê ya 14ê Gulanê de di nav Tifaqa Demokrasî û Azadiya Kurd de cîh girtiye û biryar daye ku dê piştgiriya Partiya Çep ya Kesk bike. Di hilbijartina Serokkomariyê de jî, jibo pêkanîna rewşeke guncav ya çareseriya pirsgirêka Kurd ya bi rê û olaxên demokratik, pêkanîna hişmendiya serweriya huqûqê, dawîlêanîna pergala zordest û pêşîlêgirtin û lawazkirina hêz û dezgehên nijadperest em ê dengê xwe bidin birêz Kemal Kiliçdaroglu.”

Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd ku ji Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Çep a Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Azadî, Komeleya Şoreşgerên Demokratên Kurd (DDKD), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) pêk tê roja Duşemê 3ê Nîsana 2023an bi deklerasyonekê hevpeymaniya xwe ya ji bo hilbijartinên 14ê Gulanê ragihand.