Wezîrê Darayî yê Herêma Kurdistanê: Iraqê ji bo hinartina petrola Kurdistanê name ji Tirkiyê re neşandiye

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Darayî û Aborî yê Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab ji Rûdawê re ragihand, “Heta niha jî Iraqê nameyek ji Tirkiyê re neşandiye daku hinartina petrola Herêma Kurdistanê ji nû ve destpê bike.”

Wezîrê Darayî û Aborî yê Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab îşev di bernameya Legel Ranj a Rûdaw TV de ku ji aliyê Renc Sengawî ve tê pêşkêşkirin, derbarê rewşa aborî û daraî ya Herêma Kurdistanê û hinartina petrola Herêma Kurdistanê de axivî.

Awat Şêx Cenab ragihand, Heta niha Bexda ew 400 milyar dînarên ku ji bo mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê hatine terxankirin, neşandiye û got, “Pereyên ku niha li ber destê me hene têra mûçeyên meha Nîsanê nakin.”

Bi gotina Awat Şêx Cenab, nakokiyên siyasî bandor li awayê reftarên Bexdayê li bermaber Herêma Kurdistanê kiriye.

Wezîrê Darayî û Aborî yê Herêma Kurdistanê amaje bi diyarkirina pişka Herêma Kurdistanê di budceya Iraqê de kir û diyar kir, pişka Herêma Kurdistanê ji budceyê 16 tirîlyon dînar e.

Awat Şêx Cenab tekez kir, eger pirsgirêka mûçe were çareserkirin, aboriya Herêma Kurdistanê dê geş bibe.

Derbarê dubare hinartina petrola Herêma Kurdistanê bo derve jî, Wezîrê Darayî û Aborî yê Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Heta niha jî Iraqê nameyek ji Tirkiyê re neşandiye daku hinartina petrola Herêma Kurdistanê ji nû ve destpê bike.”

Têkildarî biryara Dadgeha Navdewletî ya Tehkîmê ya Parîsê de jî, Awat Şêx Cenab got: “Ti pêwendiya biryara Dadgeha Parîsê bi dosyaya petrolê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re nîne. Mesele ji ber cudahiya nêrînan di navbera Iraq û Tirkiyê de ye, beşek (biryar) di berjewendiya Tirkiyê de û beşek jî di berjewendiya Iraqê de derketiye. Ji bo kurdan tiştekî pir girîng têde heye, ew jî ev e ku Dadgeha Parîsê pîşesaziya nefta Herêma Kurdistanê wek rewa qebûl kiriye û ev yek jî ji bo kurdan xaleke erênî ye.”

Di 23ê Adara 2023an Dadgeha Navneteweyî ya Tehkîmê ya Parîsê li ser giliya Iraqê û piştî çend salan biryara xwe ya derbarê hinartina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Tirkiyê re aşkere kir.

Piştî biryara Dadgeha Tehkîmê ya Parîsê, ji roja Înê 24ê Adara 2023an ve hinartina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhan a Tirkiyê ve hat rawestandin.

Iraqê bi hinceta ku Tirkiyê Peymana 1973an a navbera her du welatan a derbarê boriyên petrolê de binpê kiriye, li dijî Tirkiyê li cem Dadgeha Tehkîmê ya Parîsê gilî tomar kiribû.

Berî rawestandina hinartina petrolê, rojane 475 hezar bermîl petrol ji Herêma Kurdistanê bo Ceyhanê dihat hinardekirin.

Petrol çavkaniya sereke ya aboriya Herêma Kurdistanê û Iraqê ye û zêdetirî nîvê dahata Herêma Kurdistanê ji petrolê ye.

Li aliyekî din, Hewlêr û Bexdayê di 4ê Nîsanê de ji bo dubare destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, rêkeftinek îmze kirin. Li gor rêkeftinê, biryar hatiye dayîn ku Cîgirê Rêveberê Kompanyaya Bazirganiya Petrola Iraqê (SOMO) bidin kurdan.