Baroya Amedê: Dawî li girtina ne hiqûqî ya hevkarên me bînin

Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Amedê li ser operasyona ku navenda wê Amed bû û li 21 parêzgeh dane ber xwe nerazîbûn nîşan da û got, “Dawî li girtina ne hiqûqî ya hevkarên me bînin.”

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de li 21 parêzgehan operasyonên hevdem hatibûn kirin û di encam de 134 kes hatibûn desteserkirin ku piraniya wan parêzer, rojnamevan, hunermend û siyasetmedar bûn.

Baroya Amedê li ser operasyonê daxuyaniyek belav kiriye û amaje bi wê yekê dide ku proseya darizandinê ne hiqûqî ye û bi awayekî kêfî mafê azadî û ewlekariya şexsan tê binpêkirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin, “Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de 25ê Nîsana 2023an li parêzgehên Mêrdîn, Riha, Êlih, Meletiyê û ligel 19 parêzerên li baroya me tomarkirî bi giştî 134 kes hatine desteserkirin ku piraniya wan rojnamevan, şanoger û nûnerên civaka sivîl in. Di proseya lêpirsînê de endamên baroya me parêzer Ozum Vurgun, Burhan Arta û Serhat Hezer jî di nav de 48 kes hatine girtin. Hewiha 86 kes jî bi şertê kontrola edlî hatine berdan.”

Baroyê diyar kiriye ku di proseya lêpirsînê de hevkarên wan ji ber kar û xebatên xwe hatine darizandin û ev yek ne li gor hiqûqê ye û hem hevkarên wan û hem jî hemû rojnamevan û nûnerên civaka sivîl ên hatine girtin divê bên berdan.

25ê Nîsana 2023an di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Amedê de li 21 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, polîsan bi ser gelek malan de girtibûn û siyasetmedar, rojnamevan, parêzer û hunermend desteser kiribûn. Kesên li 20 bajarên din jî hatibûn desteserkirin bo Amedê hatine veguhestin û darizandin li wê derê berdewam dike.