Li Rihayê çandiniya pembo dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê ku navendeke girîng a berhemanîna pembo ye, piştî cotkirina zeviyan dest bi çandina tovên pembo hat kirin.

Li Bakurê Kurdistanê yek ji wan parêzgehên ku bi çandina pembo navdar e, parêzgeha Rihayê ye. Niha cotkaran dest bi çandina tovê pembo kiriye û hem cotkar û hem jî pisporên çandiniyê dibêjin, ji bo berê pemboyê wan baş be, divê ji 20 Nîsanê heta 20 Gulanê çandina tov temam bibe.

Mamosteyê Beşa Çandiniyê yê Zanîngeha Herranê Osman Çopur dibêje di berhemanîna baş de rola tovên bi belge gelekî girîng e û divê tov nêzîkî  bi kûrahiya 4 santîmetre bikeve bin erdê.

Mamosteyê Beşê Çandiniyê yê Zanîngeha Harranê Osman Çopur got: “Parêzgeha me ji aliyê çandina pembo baş e. Ji sedî 40 heta 45 berhemanîna pembo ya Tirkiyê ji parêzgeha Rihayê ye. Li gor sala borî îsal zêdetir zevî tên çandin û em çaverê dikin ku zêdetir jî berhem bê komkirin.”

Li gor pisporên çandiniyê ji bo berhemeke baş û zêde divê cotkar îsal  ji 20 Nîsanê heta 20 Gulanê çandina tovên pembo temam bikin.

Cotkar Halil Aksoy jî got: “Ji ber di sala 2022ê de rewşa hewayê germe  bo çandina tov jî gelekî baş e. Li gor salên borî zûtir em diçînin lê em dikarin bêjin germahiya axê bo tov baştir e.”

Li Bakurê Kurdistanê pembo wek “Zêrê Spî” tê binavkirin û di sektora tekstîl û zeytê de tê bikaranîn. Çandina pembo dawiya meha Gulanê tê temam kirin û Tebaxê jî berhevkirin.

Li gor amarên Odeya Çandiniyê ya Rihayê di 2021ê de li 1 milyon û 287 hezar dekar erd tov hatiye çandin û nêzîka 600 hezar ton pembo hatiye berhevkirin.