Li Sêrt û Wanê 11 kes ji koronayê baş bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Elbak a Wanê 8 û li parêzgeha Sêrtê 3 kesên pêketiyên koronayê piştî çareserkiirinê rewşa wan baş bû û bi çepikan ji nexweşxaneyê bo malên xwe hatin şandin.

8 nexweşên ku çareserkirina wan li Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê temam bû, bi çepikên bijîşk û perestaran ji bo malê xwe hatin şandin.

Rêvebirê Tenduristiya Parêzgehê Doç. Dr. Mahmut Sunnetçioglu diyar kir ku ekîbên testê yên Rêvebiriya Tenduristiya Navçeya Elbakê, li Taxa Ormetaşê bi hûrgilî testên Covid-19ê didomînin.

Sunnetçioglu bal kişand ku ji hemû şêniyên taxê yên biguman nimûne tên wergirtin û wiha dewam kir, "Kesên ku testa wan a Covid-19ê pozîtîf derketin di nexweşxaneyên li parêzgehê de hatin razandin. 8 kesên ku çareseriya wan li nexweşxaneyê temam bû, 28ê nîsanê bo malê hatin şandin. Li Taxa Ormetaşê xebatên me yên qadê didomin.”

Li Sêrtê 3 kesên ji Covid-19ê xilas bûn

Herwiha li Sêrtê rewşa 3 kesên piştî dermankirina vîrusa koronayê baş bûn û bi çepikan ji nexweşxaneyê hatin oxirkirin.

3 nexweşxên 79, 80 û 87 salî yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê testa wan a Covîd-19ê pozîtîf derketin îro ji vîrusê pak bûn.