Birincê Qerejdaxê dibe marka

Amed (Rûdaw) - Birincê Qerejdaxê ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê birinca herî cuda ye, êdî di piyaseyên xorekê de dibe markeyeke kurdewar.

Midûriyeta Çandiniyê ya Amedê ji bo markeya birincê Qerejdaxê serî li Enstîtuya Standardên Tirkiyeyê (TSE) da. Piştî ku birincê Qerejdaxê bibe marka, dê birinc tenê li herêma Qerejdaxê bê çandin û ji vê derê jî derkeve piyaseyên navneteweyî.

 

Birinca zer ku tenê li herêma Qerejdaxê tê çandin ber bi markabûnê ve diçe. Midûriyeta Çandinî û Sewalvaniyê ji bo ku ji birincê Qerejdaxê re patent bistîne serî li Enstituya Patentê ya Tirkiyeyê da. Ger patent bê standin dê buhayê birincê Qerejdaxê zêde bibe û ji bo welatên Ewropa jî were hinardekirin.

 

Serokê Miduriyeta Çandinî û Sewalvaniyê yê Amedê Mustafa Ertan Atalar ji Rûawê re da zanîn 2 fabrikayên birincê Qeredaxê heye û wiha got:

  

“Birincê Qerejdaxê birinceke taybet e. Weke genim û ceh tê çandin û beriya ku were rakirin jî avdana wî zêde dibe. Me ji bo patentê serlêdana xwe kiriye. Piştî patentstandinê ji xeynî herêma Qerejdaxê herêmên din dê nikaribin birincê Qerexdajê biçînin. Nav û dengê birincê Qerejdaxê ji Tirkiyeyê heta Ewropayê dê belav bibe.”